Birîtanyayê ragihand ku ew cezayên li ser Wezareta Parastinê û ya Karê Hindir ên Sûriyê radike.
Birîtaniya dibêje ku ew ê hîna karê Rêveberiya Veguhêz a Sûriyê bişopînin û li gor wê biryaran bidin”.
Îro Birîtanyayê eşkere kir ku ew cezayên ku di serdema Beşar El-Esed danîbûn ser Wezareta Karê Hindir û ya Parastinê radike.
Li gor wê ev vê gavê ji bo alîkariya gelê Sûriyê bo avakirina welat û aboriyê davêje.
Her wekî destnîşan kir ku ew ê xebata Desthilata Vaguhêz a Sûriyê bişopîne û li gor piratîkê wê hikum bike.
Berî niha jî çend welatên Yekîtiya Ewropayê biryar dabû ku hindek cezayên aborî ji ser Sûriyê rawestîne.
Lê belê heta niha jî Amerîka tu biryarek di warê rakirina cezayan de nedaye.



