Israîlê li hindirê Sûriyê hişyarî belav kirin.
Bi taybet li parêzgeha Quneytirayê, ji xelkê re got ku tu kes nêzîkî sînorê wan nebe.
Navenda Çavdêriya mafên mirovan a Sûriyê ragihand ku vê sibê li Quneytirayê kaxez difiriyan.
Çavêdêriyê da zanîn balafirên Îsraîlê ew kexez bi ser xelkê parêzgehê berdan.
Li gorî wê, di wan kaxezan de hişyarî ji bo xelkê hebû.
Îsraîlê di kaxezan de hişyarî da welatiyan ku nêzîkî sînorê wan nebin da ku nebin hedefa mayînan.


