Du roj berê ango 22 Nîsanê li herêma Keşmîr a Hindistanê êrişek li dijî tûristan pêk hat û di encama gulebaranê de 26 kes hatin kuştin.
Hindistan ji vê êrişê Pakistanê berpirsyar dibîne û rageşiya di navbera wan de zêde dibe.
Hikûmeta Hindistanê ya ku Narendra Modi serokwezîrê wê ye weke berpirsê êrîşê Pakistanê dibîne û hin cezayên dîplomatîk û aborî li Pakistanê birîn.
Hikûmeta Hindistanê, xwest welatiyên Pakistanî yên li welêt heya 27’ê Nîsanê Hindistanê biterikînin.
Ji bo vîzeyên tibî jî ev dem heya 29’ê Nîsanê hate dirêjkirin.
Her wiha hate xwestin ku karmendên leşkerî û dîplomatîk ên Pakistanî jî ji welêt derkevin.
Deriyê sînor ê di navbera her du welatan de jî hate girtin.
Ev deriyê sînor bi merasîma leşkerên her du welatan ya her roj dihate naskirin.
Her wiha Peymana Çemê Indusê di sala 1960’î de hatî îmzekirin jî ji aliyê Hindistanê ve hate betalkirin.
Hindistanê diyar kir ku heta Pakistan piştgiriya xwe ji bo terorê bi dawî neke, ew ê li ser peymanê li hev nekin.



