Rêveberiya Desthilata Nû a Şamê ragihand ku wan leşkerê berê yê rêjîma baas, Mihemed Osman girtin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR’ê ragihand ku şevê din Mihemed Teysîr Osman ji aliyê ewlehiya giştî li avahiyên Mezat yê li Şamê hate girtin.
Çavdêriyê eşkere kir ku Osman berpirsyarê lêkolînan di ketîbeya serdegirtinê 215 bû.
Ev kes di dema rêjîma baas’ê sûcên diz, revandin û fidye ji sivîlan bidest dixist.
Duh di dema girtina Osman de, xelkê Şamê daketin qadan û kêfxwşeiya xwe bi girtin vî keskî nîşan dan.



