Di zindanên rêveberiya nû a Şamê de gelek kes girtî hene.
Îro li Himsê di zindanan de 3 kes ji ber îşkenceyê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li parêzgeha Himsê di zindanên desthilata nû a Şamê de 3 kes hatine kuştin.
Çavdêriyê da zanîn ku ew her 3 kes ji ber îşkenceya giran hatine kuştin.
Li gorî wê, her 3’ê kes ji gundewarê Himsê ne û di operasyonên ewlehiya giştî a desthilata Şamê hatibûn girtin.



