Li bajarekî Ferasa di êrişeke bi kêran de, kesek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Sûcdar xwendekarekî Fransî bû û ti nîşanek li ser kiryareke terorîstî nîne.
Di seatên nîvro de li dibistaneke bajarê Nantes yê li rojavayê Feransayê xwedekarekî bi kêrê êrişî hevalên xwe kir.
Di êrişê de, xwedekarek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Derbarê temen û zayenda kuştiyan de, tu agahî nehatin bidestxistin.
Kar-bidestên ewlekarî piştrast kirin ku ti nîşanek nîne ku bûyer kiryareke terorîstî be.
Her wiha daxuyakirin ku lêkolîn berdewam in ji bo destnîşankirina sedema tawanê.



