Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyaman xwe ya 24’ê Nîsanê ya ji bo salvegera qirkirina Ermeniyan gotina “Karesata Mezin” bikaranî.
Di nava peyamanên cîhanê de yên ji bo qirkirina Ermeniya ya sala 1915’an, ya herî dihat mereq kirin ya Serokê Amerîkayê Donald Trump bû.
Her kesî mereq dikir ka wê Trump gotina qirkirinê bikarbîne an na.
Serokê beriya Trump, Joe Biden di daxuyaniya li Qesra Spî de gotina “Qirkirin” bikaranîbû.
Lê Trump jî di daxuyaniya xwe ya îsal de gotina “Meds Yeghern” ku tê wateya “Kareseta Mezin” bikaranî.
Di daxuyaniya Qesra Spî de jî wiha hate gotin, “Bi Meds Yeghern ya ku 1915’an dest pê kir, mîlyon û nîv Ermenî hatin mişextkirin û jiyana xwe ji dest dan. Di salvegera vê karesata mezin de em tevî civaka Ermen ya li Amerîkayê û cîhanê windahiyan bibîrtin.”



