Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên şehîd Fewaz El Hemade, Diyaedîn Termeş û Diyala Mihemed Silêman.
Şêniyên kantona Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan sersaxî da malbatên endama Tevgera Hîlala Zêrîn şehîd Diyala Silêman, şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê (Cengîz) Fewaz El Hemade û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Diyaedîn Termeş.
Di bin konê sersaxiyê de merasîmek hat lidarxistin. Piştî rêzgirtinê, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Îsa axivî. Xod di axaftina xwe de şehîd bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest.
Xod El Îsa bal kişand ser keda şehîd Diyala jî û got: “Sembola dayîn û têkoşînê bû. Çanda xwe û çandên tevahî pêkhateyan diparast. Tevî ku temenê wî biçûk jî lê xwedî îradeyeke serkeftî bû.
Her tim çalak bû û sembola berxwedanê bû.
Îro cihê xwe di nava karwanên nemiran de girt. Em bi şehadeta wê serbilind in û em ê heya serkeftinê têkoşînê bidomînin.”
Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Luey El Îsa jî axivî û wiha got: “Serê malbatên ku ji bo aramiya vî welatê berdêlên giran dane, sax be. ”
El Îsa di dewama axaftina xwe de anî ziman ku dê heya serkeftinê û avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavendî têkoşînê bikin.
Di dawiya merasîm de, xwişka şehîd Diyala, helbestek li ser xwişka xwe xwend û dirûşma “Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd” berz kir.
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Diyala Silêman 23’ê Nîsanê li Bendava Tişrînê, şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Gengîz (Fewaz Hemade) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Diyaedîn Termeş 8’ê Kanûna 2024’an di berxwedana li Bendava Tişrînê de şehîd bûbûn.



