Li kêleka Dem Partî, sibe dê şande ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, Partî Demokratî Kurdistan PDK û Yekîtî Niştîmanî Kurdistan beşdarî Konferansa Neteweyî ya Kurd li Rojava dibin.
Çavkaniyên taybet ji me re ragihand ku dê sibe Hevseroka KNK”ê Zeyneb Murad û nûnerê Serokê PDK’ê Hemîd Derbendî û Şandeyeke YNK’ê
beşdarî Konferansa Neteweyî ya Rojava bibin.
Li gor agahiyên me bi dest xistine, di şandeya YNK’ê de, Endamê berê yê Buroya Siyasî ya YNK’ê Emîn Babaşêx, Berpirsê Têkliyên Kurdistanî Salar Serhed û Endamê Buroya Têkliyan a YNK’ê Rêbar Fûad Ezîz cihê xwe vê şandeyê digirin.
Duh jî şandeyeke Dem Partî gihaşt Rojava da ku beşdarî konferansê bibe û biryareke kurdî ye hevpar were encamdan.



