Hikûmeta Iraqê zext û ambargoya li ser wargeha Mexmûrê dewam dike.
Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek diyar kir ku Iraq rêgirî li kelûpelên xizmetguzariyê yên digir û yek ji xala esasî ya hemû pirsgirêkên me nûnekirina nasnameyane û wiha anî ziman: ”Em hewl didin bi rêya diyalogê çareser bikin, divê têkiliyên siyasî bandorê li ser jiyanê nekin”.
Ji 10 Nîsanê ve xala kontrolê ya ketina Wargeha Mexmûrê ji aliyên hêzên leşkerî yên Iraqê ve tê astengkirin û nahêlin kel û pelên avahîsaziyan bikevin wargehê.
Her ku diçe zext û ambargoya li ser wargehê tê zêdekirin.
Her wiha ev du salin nasnameyên penaberên Mexmûrê nayên nûkirin, ji bo vê jî gelek caran di rêyên hatin çûyînê de pirsgirêk ji bo gelê wargehê tê derxistin.
Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Seîd Çomlek, derbarê mijarê de nirxandin kir.
Seîd Çomlek: Hincet dikin nasname, lê nasnameyên me nû nakin
Seîd Çomlek destnîşa kir ku ev demeke dirêje zextên dewleta Iraqê ya li ser wargehê zêde bûye û got:
Di aliyên hatin, çûyîn kar û anîna kel û pelên avahîsaziyan de pirsgirêkan derdixin.
Ji bo çûyîna Silêmaniyê pirê caran ji aliyê Iraqê ve astengî dihatin derxistin.
Wek sedem jî, derbazbûna demê nasnameyên me yên penaberiyê tên nîşankirin.
Me gelek caran ji bo nûkirina nasnamê hevdîtin bi hikûmetê re pêkanîn, lê her carê bi hincetek cûda nûkirina nasnameyên me paşguh dikin.
Di vê demê dawî de gelek karkerên me li ser cihên kar ji karderxistin, di rêyan de astengiyan çêdikin û paşde dişînin.
Seîd Çomlek: Rêgirtin di encama zextên dewleta Tirkiyê pêk tê
Çomlek destnîşan kir ku pirsgirêka niha li ser wan tên ferzkirin û ambargoya tê dayîn di encama li hevkirina bi dewleta Tirkiyeyê re ye û wiha domand:
Pirsgirêkên heyî ne ji ber xwe ve derdikevin.
Ev pirsgirêk di encama zextên dewleta Tirkiyê de re pêk tê.
Dixwazin wargehê dorpêç bikin. Pêwîste em li hemberî rewşek wiha şiyar bin.
Divê gelê Kurd li hemberî van nêzikatiyan xwedî helwest be.
Seîd Çomlek: Em hewl didin bi rêya diyalogê pirsgirkên heyî çareser bikin
Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek bal kişand ser hewldanên çareseriyê û têkiliyên bi Iraqê re û wiha dawî li axavtina xwe anî:
Em dixwazin pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê Hikûmeta Iraqê li hemberî me xwedî helwestek tunde.
Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe emê helw bidin xebatên xwe berfirehtir bikin û têkiliyên xwe yê bi dewletê re xurt bikin.
Divê têkiliyên siyasî bandorî li ser jiyana me nekin.


