Konfederasyona Navendên Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (KON-MED), bi wesîleya nêzîkbûna 1’ê Gulanê Cejna Karkeran peyamek da.
KON-MED’ê diyar kir ku ew ê li dijî sîstema kapîtalîst a mêtinger, nijadperestî, cihêkarî û polîtîkayên şer têkoşînê mezin bikin.
KON-MED’ê di destpêka peyamê de 1’ê Gulanê roja têkoşîna ked, wekhevî û azadiyê li hemû karker, kedkar û gelên bindest silav kir û got:
Em li dijî sîstema kapîtalîst a mêtînger, nîjadperestî, cihêkarî û polîtîkayên şer dengê xwe bilind bikin.
Gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê li dijî zilmê bi yekhelwestî berxwedana xwe didomînin.
Di demek ku li Almanya û cîhanê mafên karkeran tên paşdexistin de, em dengê xwe bilintir dikin û piştgirî, rêxistinbûn û têkoşînê xurtir dikin.
KON-MED: Em ê têkoşîna li dijî nîjadperestî, kedxwarî û neheqiyê mezin bikin
Weke KON-MED’ê em ê di 1’ê Gulanê de tevî rêveberiyên federasyon û pêkhateyên xwe li her cihê li Almanyayê tevî dostên xwe û her kesên alîgirê aştî û demokrasiyê ne, li qadan bin.
1’ê Gulanê bi yekgirtinê roja guherînê ye.
Em têkoşîna li dijî nîjadperestî, kedxwarî û neheqiyê mezin bikin. Ji bo azadiya kedê, wekheviya gelan û aştiyê mil bi mil.



