Li hemberî serdegirtina polîsên Alman a li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya li bajarê Bremen ê Almanyayê, gel çalakiya şermezarkirinê lidar xist.
Duh Polîsên Alman danê nîvro avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Bremenê ve girt.
Serdegirtinê heta nîvê şevê dewam kir.
Kurdistaniyên li bajêr li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd NCDK’ê ya dorpêçkirî kom bûn û çalakiya şermezarkirinê lidar xistin.
Girseya gel dirûşmên ‘Zext nikarin bi me’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîriya û kirinên polîsên Alman şermezar kir.



