Piştî Banga Rêber Apo Kurd yekrêziya xwe ava dikin.
Ji bo vê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.
Ev konferans yek ji gavên pêşîn ên pratîkkirina banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan e.
Banga Rêber Abdullah ji bo parastina destkeftiyan û pêşîgirtina li paşketin û zirarê, pêwistiyeke siyasî ye.
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di kêliyeke siyasî ya hestiyar de hat lidarxistin.
Konferans piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan pêk hat.
Ev konferans hêzên Kurdî yên cihêreng li Sûriyê nakokî û parçebûnên ku bandora wan li qada siyasî û meydanî di salên borî de dikirin, derbas dikin.
Têgeha “yekrêziyê” ne tenê gotineke siloganîk e, lê êdî ew bûye pêwistiyeke mezin ku ji aliyê rewşên ewlehî, aborî û geosiyasî ve tê ferzkirin.
Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan rewşa Kurdî xist tevgerê û rêbazeke nû ya domandina têkoşînê bi rêya projeyeke demokratîk a lihevkirinê, pêşkêş kir.
Tiştê li Qamişlo bûye, ev guhertina nîşan da.
Di nîqaşên konferansê de hewldana peydakirina zemîneke hevbeş ji bo lihevkirineke siyasî ya navxweyî a di qonaxa bê de, bûbû rojev.
Ji bo gaveke wiha jî pêwistî bi vegera li armancan û rêxistinkirina têkiliyan di navbera hêzên Kurdan de û di navbera Kurdan û pêkhateyên herêmê de heye.
Konferansa derfeteke sazkirina pêvajoyeke siyasî ya Sûriyê derdixe holê
Hemwextî geşedanên dawîn, bi taybetî peymana di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri de, girîngiya vê konferansê zêdetir bû.
Ev peyman, ku hîna di qonaxên pêşîn de ye, amaje dike ku tevgerên Kurdan êdî ber bi hevkariyeke nû ve dest pê dikin û dibe ku bi xwe re jinûve danasîna cihê Kurdan di hevkêşiya Sûriyê de bike.
Tiştê îro hatiye pêşkêşkirin derfetên yekitiya teorîk derbas dike û bi vîna pêkanîna baweriyê ve girê dide.
Ji ber wê jî ev konferans derfeteke nû ya sazkirina pêvajoyeke siyasî ya Sûriyeyê derdixe holê.
Hemû aliyên beşdarên konferansê, di vê pêvajoyê de berpirs in.
Avakirina rêveberiyeke Kurdî ya serbixwe bi paşguhkirina nakokiyan tenê ne pêkan e, lê belê bi pratîkkirina wê li gorî mekanîzmeyên zelal û tevgerîneke siyasî ya hevbeş, pêk tê.
Banga Rêber Abdullah Ocalan derfetek vekir.



