Xelatên Zêrîn ên Bile ku bi armanca bîranîna Îbrahîm Ehmed her sal ji aliyê Weqfa Îbrahîm Ehmed ve tên dayîn, îsal jî bi merasîmekê li Silêmaniyê gihîştin xwediyên xwe.
Vê carê jî xelat dan Mezlûm Ebdî, Şervan Kobanê, Amedspor û Zara Mihemedî.
Di merasîmê de ji her çar aliyên Kurdistanê û gelek kesên navdar beşdar bûn.
Xelatên Zêrîn îsal dan Şervan Kobanê yek ji fermandarên yekîneyên Antî-Terorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 15’yê Adarê 2023’an de di qezaya helîkopterê de li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê şehîd ketibû, ye.
Mamosteya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî ya ku 5 sal ceza lê hat birîn.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Amedsporê.
Mazlûm Ebdî bi peyameke vîdyoyî beşdarî merasîma xelatan bû û got:
Ez lêborînê dixwazim ku min nekarî îro li wir bim.
Ez spasiya wan dikim ku ez û Şehîd Şervan Kobanê hêjayî vê xelatê dîtine.
Şervan Kobanê jî mîna Îbrahîm Ehmed ji bo azadiya her çar aliyên Kurdistanê têkoşîn kir û şehîd bû.
Min şansê naskirina Îbrahîm Ehmed di temenekî biçûk de hebû û ez gelek tiştan ji wî fêr bûm û em ji bo yekîtiya Kurdan xebitîn.
Xelata li ser navê Mazlûm Ebdî ji aliyê Serokê YNK’ê Bafil Talabanî ve ji Endamê Dîwana Serkirdayetiay YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed ve hat wergirtin.



