Kurê xalê serokê berê yê Sûriyê Beşar El-Esed, Ramî Mexlûf peyamek girîng li ser malpera xwe belav kir.
Ramî Mexlûf eşkere kir ku wî li herêma berava Sûriyê 150 hezar leşker amede kirine.
Mexlûf daxwaz kir ku ew bi desthilata Şamê lihev bikin; da ku herêma xwe biparêzin.
Ramî mexlûf ev yek bi hevkariya hevalê xwe Ebû Hesen ku bi El-Nimir tê naskirin kiriye.
Ramî eşkere kir ku wan 150 hezar leşker li ser 15 tîman ava kirine û bi qasî wan jî yek-dek hene.
Her wekî da zanîn ku wan komîteyên gel ava kirin ku hejmara wan nêzkî milyonek kes in.
Ramî Mexlûf destnîşan kir ku ala herêma berava Sûriyê Sor, Spî û reş e.
Ramî bang li desthilata Şamê kir ku ji bo parastina welat bi taybetî “herêma beravê” û ji bo vejandina wê di warê civakî û aborî de, hevkariyê bike û dibêje.
Ez destê xwe dirêjî we dikim ku hûn serdemek nû dest pê bikin, ku sernavê wê ewlekarî û qenciya her kesî ye.
Em bang li civaka navdewletî bi pêşengiya dostên xwe yên Rûsyayê dikin ku piştgiriyê bidin “Herêma Berava Sûriyeyê.
Em hemû şiyanên xwe ango çavkaniyên xwe yên aborî, leşkerî û gelerî di bin çavdêriya civaka navneteweyî de dihêlin.
Her wiha em ji hevalên xwe daxwaz dikin ku ji bo dîtina formulên mekanîzmayeke hevpar a xebatê bi hikûmeta Şamê re têkiliyê deynin.
Ramî dawiyê diyar kir ku hêzên ku wan kom kirine, armanca wan gelên herêma Beravê biparêzin û tolhildanê nekin.



