Ciwanên Kurd li Swîsreyê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketin qadan û diyar kirin ku ji bo Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe ew ê têkoşînê mezin bikin.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Lozan û Winterthurê hatin lidarxistin.
Ciwanên li Lozanê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û gotin:
“Rêber Apo li şûna têkoşîna çekdarî işaret bi rêya çareseriya demokratîk kir. Lê, dewleta Tirk hîna tu gav neavêtiye.”
Ciwanan bang li meqamên Swîsreyê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin.
Li bajarê Winterthurê yê Swîsreyê jî bi pêşengiya ciwanên Kurd mitîngek hat lidarxistin.
Ciwanên tevlî mitîngê bûn, bang li ciwanên Kurd kirin ku li dijî tecrîdê dakevin qadan û têkoşînê mezin bikin.



