HPG’ê nasnameya 3 gerîlayan Şehîd Xebat, Egîd û Goran ku li nêzî gundê Guherzê yê Amediyê şehîd bûn eşeker kir.
HPG’ê destnîşan kir ku hevrêyên wan ên şehîd her kêliya xwe bi têkoşînê derbas kirin û di nava hevrêyên xwe de bi şervanî, kedkarî û dilnizmî hatin naskirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku 22’ê Sibata 2025’an de 3 hevrêyên wan Xebat, Egîd û Goran li nêzî gundê Guherzê yê Amediyê di encama kemîneke xayînane de şehîd bûne û bi rêzdarî ew bi bîr anîn.
HPG’ê derbarê kesayet û jiyana her 3 gerîlayên şehîd wiha anî ziman:
HPG: Şehîd Xebat, Egîd û Goran roleke girîng di mezinkirina berxwedanê de girtin
Hevrêyê me Xebat li Sêrtê di nava malbatekî welatparêz û dilsozê nirxên çandî de ji dayik bû.
Ew ji coşa Pêngava Dîrokî ya 15’ê Tebaxê bandor bû û sala 2015’an de ji Botanê tevlî refên gerîlayan bû.
Hevrêyê me di nirxandinekî xwe de diyar kir ku yekane armanca wî ew e ku bibe milîtanekî layiqî Rêbertî û şehîdên me.
HPG’ê anî ziman ku hevrêyê wan Egîd jî li bajarê Kamyaran yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û dibêje:
Şehîd Egîd di sala 2016’an de ku êrîşên giran li ser Tevgera me hebû, berê xwe da refên gerîla.
Hevrêyê me Egîd ku bi tevlîbûna xwe ya bi moral rolekî girîng di mezinkirina berxwedanê de girt.
HPG’ê destnîşan kir ku hevrêyê wa Goran li nava malbatekî ji êşîra Şemer a qedîm ji bajarê Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû.
Hevrêyê me Goran yek ji şoreşgerên ku tevlî felsefeya azadiyê ya Rêber Apo bûn e.
Ji têkiliyên hevrêtiyê ya gerîla ku bi fedakarî, ked û têkoşînê afirand bandor bû û bêhesap tevlî bû.
Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên Şehîd wiha ye:

Nasnav: Xebat Bawer
Nav û Paşnav: Yilmaz Erdemcî
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê dayikê: Pêrîhan
Navê bav: Yahya
Cih û Dîroka Şehadetê: 21’ê Sibata 2025’an / Amediyê, Guherzê

Nasnav: Egîd Botan
Nav û Paşnav: Armîn Kuwik
Cihê Jidayikbûnê: Kamyaran
Navê dayikê: Ronak
Navê bav: Salîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 21’ê Sibata 2025’an / Amediyê, Guherzê

Nasnav: Goran Dêrsim
Nav û Paşnav: Hemed Hasan Nuweydîs
Cihê Jidayikbûnê: Til Koçer
Navê dayikê: Şiha
Navê bav: Hasan
Cih û Dîroka Şehadetê: 21’ê Sibata 2025’an / Amediyê, Guherzê


