Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê diyar kir ku hîn rewşa Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ne diyar e û metirsiya li ser jiyana wî mixabin mezin dibe.
Nexweşxaneyê têkildarî rewşa Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder daxuyaniyek da û got:
“Ev 13 roj in Onder li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin.
Her çend rewşa wî ya hemodînamîk bi karanîna ECMO (cîhaza piştgiriya dil) û înotprotîk ) û piştgiriya înotropîk ,
Stabîleteya wî ya hemodînamîk tê parastin jî, mixabin rewşa norolojîk xera bûye.
Em gihîştine asteke din a şikestinê, refleksên nexweşê me kêm bûye û werimîna mejî hîn jî dewam dike.
Metirsiya li ser jiyana wî mixabin zêde dibe û dewam dike.
Lê belê em bi sebir tedawiyê dikin û li bendê ne.”



