Li parêzgeha Laziqiyê çekdarên nenas cenazeyê Hafiz El-esed derxistin û birin cihekî nediyar.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li bajarê Qirdaha yê li Laziqiyê çekdarên nenas gora bavê serokê rêjîma baas Beşar El-Esed, Hafiz El-Esed vekirin.
Li gorî wê, çekaran cenazeyê Hafiz El-Esed derxistine û birine cihekî nediyar.
Hêjayîî bibîrxistinê ye ku di reva beşar El-Esed kanûna 2024’an de, çekdaran agir berdan gora Hafiz El-Esed.



