Xeteriya jiyanî yê Serokwekîlê Parlamentoyê yê DEM Partiyê û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder didome.
Bijîşkên Onder gotin ku di warê norolojîk de refleksên mêjiyê wî kêm bûye û werimîna mêjî berdewam dike.
Bijîşk dibêjin ew hewl didin mucîzeyekî pêk bînin.
Bijîşkên Sirri Sureyya Onder derbarê rewşa dawî daxuyanî dan.
Yek ji bijîşkên Onder got ku di warê norolojîk de refleksên mêjiyê wî kêm bûye û werimîna mêjî berdewam dike.
Li gor bijîşk hem refleksên di lêkolînan de hêdî hêdî kêm dibin û encamên di qeydan da hinek bêbersiv in.”
Bijîşk dibêjin 8 rojin ew dermanên razandinê nedinê, li bendê ne û hewl didin mucîzeyekî pêk bînin.



