Gera Şandeya DEM Partî û DBP’ê ya ji bo saziyên li Rojava dewam dike.
Di vê çarçoveyê de şandeyê serdana navenda MSD’ê ya li bajarê Qamişlo kirin.
Îro Şandeya DEM Partî û DBP ku cihê xwe di Konferansa Yekrêzî û Yekhwelsta Kurdî ya li Rojava de girtin, serdana navenda Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê ya li bajarê Qamişlo kirin.
Rêveber û Endamên MSD’ê pêşwaziya şandeyê kirin.
Endamên şandê jî kêfxweşiya xwe derbarê serkeftina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê anîn ziman.
Her wiha her du aliyan, tekezî li ser girîngiya xurtkirina Yekitiya kurdan kirin û gotin:
”Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bersiva banga dîrokî ya rêber Apo bû”.
Bi serdana navenda MSD’ê ya Qamişlo şandeyê rêzegerên xwe bi dawî kir.



