Yekitiya Rewşenbîran û Yekitiya Karkeran ên kantona Reqayê di semînerekê de bal kişand ser rola karkeran di avakirina civakan de.
Yekitiya Rewşenbîran bi hevkariya Yekitiya Karkeran a Kantona Reqayê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê semînerek li avahiya berê ya yekitiyê organîze kir.
Karker, nûnerên yekitiyên karkeran, rewşenbîr û rêxistinên civaka demokratîk jî beşdarî semînerê bûn.
Hevserokê Yekitiya Karkeran a Kantona Reqayê Mihemed Sîno axaftina pêşîn kir û diyar kir ku karkeran berpirsyariya xweşî û pêşketina civakan hilgirtine ser milê xwe.
Her wiha anî ziman ku Roja Karkeran roja bîranîna bi mafên karkeran û başkirina rewşa wan e.
Mihemed Sîno bi domdarî got: “Em vê rojê bikin roja nûkirina soza xwe ya hevgirtinê bi karkeran re ku ji bo jiyaneke bi rûmet kar dikin.
Em piştgiriyê bidin hemû hewldanên ku mafên karkeran diparêzin û ewlehiya wan misoger dikin.
Bêyî edaletê rûmet tune ye û bêyî naskirina mafên kesên ku welatan ava dikin edalet tune ye.”
Piştî axaftina pêşîn, semîner ji aliyê hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Kanotna Reqayê Rîma Mistefa ve hat dayîn.
Rîmayê Mistefa bal kişand ser rola jinên kedkar di civakê de û wan wekî bingeha tevahiya civakê pênase kir.
Rîma got: “Jinên kedkar di malbat û civakê de gelek rolan dilîzin.
Jin dayik, perwerdekar, mamoste, siyasetmedar, bijîşk û endazar in. Jin ji bo pêşketina malbata xwe û civaka xwe kedeke mezin didin.”
Her wiha îşaret pê kir ku rola jinan di avakirina civakê de aşkera dixuyaye û got, jin hevkareke sereke di peydakirina pêdiviyên aborî û civakî de ye û rola wan di qada perwerde û rêveberiyê de bingehîn e.



