Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir.
Wê piştre yasa ji bo Wezareta Dadê bê şandin û paşê jî di rojnameya fermî de bê ragihandin.
Li gor Ofîsa Serokkomartiya Iraqê wê yasa ji bo Wezareta Dadê bê şandin û piştre jî di rojnameya fermî de bê belavkirin.
Piştê wê jî wê Helebce bi fermî wek parêzgeha 19’emîn a Iraqê bê ragihandin.
Roja 14’ê Nîsanê Parlementoya Iraqê deng li ser proje yasaya parêzgehbûna Helebceyê da û erê kir.



