Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo gaziyên şer têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo, rewşa li herêmê û şerê taybet rêzesemîner li dar xistin.
Piştî kantona Firatê, Federasyona Gaziyên şer li Til Temir, Til Birak, Qamişlo, Til Hemîs, Rimêlan, Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê yên Kantona Cizîrê di navbera 22-29’ê Nîsanê, rêzesemîner orgenîze kirin.
Semîner ji hêla endamên rêveberiya Federasyonê Egîd Efrîn ve hatin dayîn.
Egîd Efrîn derbarê wate û girîngiya banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” axivî û got:
Kesên xwe bi felsefe, fikir û bîrdoziya Rêber Apo perwerde dikin, dikarin civaka xwe jî ji her cure tehdît, êrîş û metirsiyan biparêzin.
Her wiha têkildarî guhertin û veguhertinên li herêmê, bi taybet li Sûriyê jî rû didin nirxandinên girîng çêbûn.
Di semîran de li ser şerê taybet ê hêzên dagirker û çeteyên girêdayî wan pêş dixin jî pirs, nîqaş û nirxandin çêbûn.
Di axaftinan de hate gotin ku li hember şerê taybet divê di serî de jin û ciwan civakê serwext bikin.



