Duh, Sêşemê, bahozeke dijwar li bajarê Qamişlo rabû û bû sedema mirina zarokê bi navê Mecd Hemdan El Yasîn.
Mecd û birayê wî Riyad li bajarokê Girbawî yê li gundewarê Qamişlo, dema li ser kar bûn û dîwarê nû hatiye avakirin av didan, ji ber bahozeke dijwar dîwar hilweşiya.
Dîwar bi ser Mecid de ket û bi giranî birîndar bû.
Mecid ji ber birînên xwe li nexweşxaneya Texesusî ya Qamişlo jiyana xwe jidest da.
Mecid Hemdan El Yasîn ji gundê Subha yê ku 25 kîlometre dikeve başûrê bajarê Qamişlo ye.
Cenazeyê wî îro li gundê Til El Zehab hate veşartin.



