Şer û pevçûnên di navbera Durzî û HTŞ’ê de dewam dike.
Piştî Ceremana Şerekî giran derbasî bajarê Eşrefiyê Sehnaya yê gundewarê Şamê bû.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji nîvê şeva Sêşem-Çarşemê de danê heya niha pevçûnên giran di navbera çekdarên durzî û HTŞ’ê de diqewime.
Di pevçûnan de çekên sivik û navîn bi kar tên.
Li gorî çavdêriyê heta niha çekdar ji her du aliyan hatine birîndarkirin.
Çavdêriya Sûrî: Li bajarê Ceremana 17 çekdar ji her du aliyan hatin kuştin
Tê zanîn ku duh bi şev jî, pevçûnên giran di navbera her du aliyan li bajarê Ceremanayê rûdan. Di encamê de 17 kes ji her du aliyan hatin kuştin.
Ji ber pevçûnan derbarê rewşa mirovî her diçe fikar zêde dibin ku rewşa mirovî xirabtir bibe.
Tê zanîn ku sedema pevçûnan peyameke deng bû.
Alîgirên HTŞ’ê dibêjin dengê ku hatiye belavkirin ê Şêxê durzî Merwan Kîwan e. Tê de gotinên pîs ji Peyxember Mihemed re dibêje.
Şêxê Durzî Merwan Kîwan: Dengê li ser navê min hatiye belavkirin ne rast e
Lê belê şêx Merwan Kîwan bi daxuyaniyekê ev idîa derew derxist û got min tiştekî wiha negotiye.
Têkildarî heman bûyerê, xwendekarên durzî li zanîngeha Humsê û Şamê rastî gefxwarinan hatin.
Hêzên Ewlehiyê yên desthilata Şamê da ku rê li ber pevçûnên bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê bigirin, bajar xistin dorpêça ewlehî.
Rêberê Rûhî yê Durziyan Şêx Hikmet El-Hecerî daxuyaniyek da û got êrişên terorîst li dijî bajarê Ceremana pêk hatin û got: Her kesî ku daxwaza mafên xwe dike, êrişî wî dikin. Em tu carî desthilata yek-rengî qebûl nakin.



