Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê têkildarî geşedanên dawî li Şamê daxuyaniyek da û banga lidarxistina kongreyeke niştîmanî ku tê de tevahî pêkhateyên Sûriyê beşdar bibin kir.
Di berfirehiya daxuyaniyê de MSD’ê fikarên xwe li hember rageşiya leşkerî li gundewarê Şamê anîn ziman.
MSD’ê kiryarên qetilkirin, tirsandin, xîtaba nefretê û gefên mezhebî şermezar û rexne kir û got:
“Desthilata Şamê ji xirabbûna rewşê berpirsiyar e.
Divê demildest kiryarên tundî bên rawestandin û gavên cidî ber bi çareseriya siyasî bên berberfireh kirin.”
Her wekî MSD’ê diyar kir ku berdewamkirina rêbaza ewlekariyê, aloziyên welat zêde dike û parçebûna civakî kûrtir dike.
MSD’ê ji bo pêvajoya siyasî jinûve were rastkirin û destûrek demokratîk li gorî xwestekên Sûriyan banga lidarxistina kongreyeke niştîmanî ya berfireh kir ku tevahî pêkhateyên Sûriyê beşdar bibin.



