Her wekî çalakiya Nobeda Azadiyê ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, ji Hezîrana 2012’an ve tê li darxistin bi biryardarî dewam dike.
Di hefteya 671’an de, koma Bregenzê ya Avûsturyayê çalakiyê dewr girt.
Li wir, berdevkê komê Mûrat Mûnzûr diyar kir ku divê CPT li hemberî tecrîdê hesas be û got:
“Divê Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê yekser bi erkê xwe rabin.
Li vir fedekarî û piştevaniyeke mezin heye.”
Mûrat Mûnzûr bang li Kurdên li Ewropayê û dostan kir û got:
“Em ji bo piştgiriya bi banga Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” hatin vir.”
Mûrat Mûnzûr di dawiya axaftina xwe de bang li dewletên eleqedar kir û got:
“Xwedî li pêvajoya ji aliyê Rêbertî ve hatî pêşxistin derkevin.
Divê her kes têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gavên cidî biavêjin.”



