Li Siwîsreyê çalakiyên Kurdistaniyan bi aramanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Ewropayê, bi israr dewam dike.
Çalakiya rûniştinê ku her çarşem li ber avahiya NY’yî li Cenevre tê li darxistin, ket meha xwe ya 52’an de.
Di çalakiya vê hefteyê, konferansa yekrêzî Kurdî û roja 1’ê Gulanê hatin silavkirin û wiha hate gotin:
“1’ê Gulanê bi qasî Newrozê ji bo Kurdan xwedî wate ye.
Ji ber ku Kurd îro ne tenê dengê kedê ne, lê dengê daxwazên neteweyîne jî.”
Her wekî çalakvanan, banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo bibîrxistin û gotin:
“PKK û aktorên Kurd ên din bi erênî nêzî vê bangê bûn.
Lê ji bo ku ev pêk were dive Birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite.”



