Di roja 1ê Gulanê de cîhan Roja Karkerên Cîhanê pîroz dike.
Salvegera serhildana Chicago ya sala 1886`an e, karkerên ku di wê bûyerê hatin kuştin tên bi bîranîn.
Bi hezaran karker dadikevin qadan û daxaza mafê xwe û edaletê dikin.
Cara yekem di sala 1890 de roja karkera hat pîrozkirin.
1’ê Gulanê bi roja pîrozkirina Karkeran a Cîhanê tê naskirin.
Jixwe dîroka vê rojê vedgere sala 1886’an de ku li bajarê Chicago yê Amerîkayê bûyerek qewimîbû.
Di vê rojê de bi hezaran karker daketin qadan û daxwaza kêmkirina demjimêrên kar bo 8 demjimêran kirin.
Ev tişt di encama xebata bi salan û şert û mercên xebatê yên dijwar ên wê demê bû.
Lê xwepêşandana ku di destpêkê de aştiyane bû veguherî trajediyekê.
Roja karkeran ji bûyera Chicago ya di sala 1886’an hatiye
Ji ber ku polîsên Amerîkî bi tundî destwerdan li xwepêşandanan kirin.
Di encama wê de jî gelek karker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Ev bûyer bi navê Bûyera Haymarketê hat binavkirin, û bû çirûska têkoşîna karkeran li seranserê cîhanê.
Ji ber vê yekê gelek welatên cîhanê roja 1’ê Gulanê pîrozdikin.
Bi vê boneyê destkeftên karkeran tên pîrozkikin û maf û daxwazên wan li seranserê cîhanê tê ragihandin.
Sala 1889’an de roja 1ê Gulanê bi Roja Karkeran a Cîhanê hat pênasekein
Her wiha di sala 1889an de, Enternasyonala Duyem biryar da ku ev roj bibe Roja Karkerên Cîhanê.
Cara yekem ev roj di sala 1890 de li gelek welatan hat pîrozkirin.
Li piraniya welatan ev roj bi xwepêşandan û meşên aştiyane tê pîrozkirin.
Karker û sendîkavan dadikevin qadan û daxwaza baştirkirina şert û mercên kar û naskirina mafên xwe dikin.
Xwepêşandan li her welatkî ji welatên din cûda ye lê ew hemû bangek hevpar dikin.
Li hin welatan çalakiyên çandî û pêşangehên girêdayî mafên karkeran tên lidarxistin.
Li hin paytextên mezin jî meşên girseyî bi beşdariya hezaran kesan tên lidarxistin.
1ê Gulanê derfeteke ji bo gihandina dengê karkeran ji hemû cîhanê re
Li hin welatan jî hin sîstemên siyasî hîn nedemokratîk in an jî mafên mirovan nayên parastin.
1`ê Gulanê dibe derfetek ji bo gihandina dengê karkeran li dijî polîtîkayên hukûmetê yên ku azadiya wan sînordar dike û rê li ber çalakiyên aştiyane digire.
Roja Karkerên Cîhanê ne tenê roja bêhinvedanê ye.
Lê derfetek e ku em vegerin ser koka têkoşîna ji bo mafên karkeran.
Nerazîbûna li dijî newekheviya civakî û aborî û tekez kirina ku kar ne bar e.
Lê ew mafeke bingehîn e û rêyek e ji bo bidestxistina edalet û rûmetê.



