Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê eşkere kir ku pevçûnên li Sehnaya û Ceremana gihîştin Siwêdayê.
Navendê da zanîn ku alîgirên desthilata Şamê nuqteyên li nêzî malên sivîlan li gundewarê Siwêdayî hedef girtin.
Ev yek, hemwetî pevçûnên li gundewarê Şamê bi taybet li herêmên niştecihbûna mezheba Durzî rû dan.
Dezgehên ragihandinê ragihand ku li Eşrefiya Sehnaya, ji ber êrişên hewayî yên Îsraîlê, dengê teqînan hat bihîstin.
Girêdayî gurbûna kiryarên tundûtûjiyê, hat raghandin ku ,
Çekdarên hêzên desthilata Şamê, li pêş karwaneke ku ji Siwêdayê ber bi bajarokê Sehnaya ve diçû kemînek danî.
Bi wê re 3 ciwanên Durzî hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn.
Malpera Siwêda 24 jî ragihand ku şandeyeke rûspiyên Durzî yên Siwêdayê gihîştin bajarê Dareya yê gundewarê Şamê .
Wê li wir şande bi berpirsên desthilata Şamê re li çareserkirina pirsgirêka Eşrefiya Sehnaya nîqaş bikin.
Malperê da zanîn ku ji aliyê desthilatê ve jî parêzgerên Siwêda, Şam û gundewarê Şamê hene.


