Rêberê Rûhî yê Durziyan Şêx Hikmet El-Hecerî piştî sûcên ku HTŞ’ê li Ceremana û Eşrefiyit Sehnaya derheqê Durziyan de kirin, daxwaza parastina navdewletî kir.
Hîkmet El-Hecerî êrişa li ser bajarê Ceremana û Eşrefiyit Sehnaya bi êrişên DAIŞ’î bi nav kir û got:
Komkujî derheqê xelkê me de pêk tên.
Bi zanebûn şerekî mezhebî derxistin da ku li ser komkujiyên xwe yên derheqê xelkê me bigirin.
Kesên ku êrişî me dikin, DAIŞ’î ne.
Şêxê Durziyan şêx Hikmet El-Hecerî di dewam daxuyaniyê de got ku nema ew baweriya xwe bi HTŞ’ê tînin û wiha dewam kir:
Ev hikûmeta HTŞ’ê bi rêya çeteyên xwe gelê Sûriyê dikujie.
Tiştê ku bi serê Elewiyan li berava Sûrî hatiye, bi serê xelkê Durzî jî tê.
Hêjî xwîna Elewiya zuha nebûye, dest bi durziyan kirin.
Şêxê Durziyan şêx Hikmet El-Hecerî dawiya daxuyaniyê banga destwerdana lezgiyan a hêzên navneteweyî kir û got:
Divê civaka navnetewyî durziyan ji êrişên DAIŞ’yan biparêze.



