34 partî û tevgerên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga rawestandian şerên li gundewarê Şamê kir û diyar kir ku çek û tundî ji bilî wêranî û herikîna xwînê tiştekî bi xwe re nayne.
34 partî û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber şerên li deverên Sehnaya û Ceremana yên gundewarên Şamê daxuyaniyek da.
Hat diyar kirin ku di vî rewşa dijwar de, bikaranîna tundî û çekan a ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera gelê Sûriyeyê de, cihê şermezariyê ye.
Ji ber ku çek deriyên diyalog û tîfaqan digirin ku rêya yekane ya çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan e.
Partî û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bang li hemû aliyan kirin ku demildest dawî li şer bînin û berjewendiyên giştî di ser zimanê tol û provokasyonê de bigirin, ji şerê mezhebî, taîfî, etnîk dûr bikevin.



