Ji duh bi şev de, 2 rojnamevanên Kurd li Şamê winda bûn.
Herdu rojnamevan, Ekrem Salih û Cûdî Hac Elî bûyerên li Sehnayayê dişopandin û ji duh ve pêwendî li gel wan hatibû qutkirin.
Tam demjimêr 5’ê piştî nîvro har ragihandin kiu herdu rojnemevan hatine berdan.
Kanal 8’ê ragihand ku Hevkarên wan rojnemevan Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî piştî rojek ji binçavkirina wan ji aliyê Hêzên Ewlekariyê yên Şamê ve, hatin berdan.
Beriya werin berdan Kanal 8’ê eeşkere kir ku ji doh de çarenûsa herdu xebatkarên wan Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî nexuya bû.
Kanalê got ku êvara roja çarşemê (30 Nîsan 2025) hevkarên wan rageşî û aloziyên li Şamê dişopandin.
Li gor kanalê, saet 6’ê êvarê herdu bi Navenda Nûçeyan a Kanal 8’ê re di nava têkiliyan de bûn, lê ji nişka ve têkilî bi wan re qut bû û ji wê demê ve tu agehî derbarê wan nidihat standin.”
Kanal dibêje hevkarên wan li Buroya Sûriyê di nava 5 mehên borî de, bi awayekî pîşeyî karên xwe bi cih anîn.
Saziyên Ragihandinê: Nabe rojnemevan rastî astengiyan werin
Yekîtiya Ragihandina Azad, Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ser girtina rojenmevanan bang kiribûn û gotibûn divê bi
bi lez çarenûsa wan diyar bibe.
Li gor çavkaniyan, herdu rojnamevan ji hêla Desthilata Şamê ve hatibûn girtin, lê derheqê wan de tu daxuyaniyeke fermî tune bû û ne jî sûcên wan dihat zanîn.



