Li bajarê Stenbolê polîsên Tirk êrişî girseya gel kirin ku dixwestin bimeşin qada Taksîmê. Di encamê de 400 kes hatin binçavkirin.
Polîsan di 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê li Stenbolê bi tundî êrîşî karker, xwendekar û rêxistinên demokratîk ên ku dixwestin bimeşin Qada Taksîmê kirin.
Qada Taksîm a ku bûye sembola têkoşîna karkeran, îsal jî ji karkeran re hate qedexekirin.
Polîsan bend danîn û bi tundî êrîşî komên ku dimeşiyan kirin.
Hat ragihandin, hejmara kesên ku di êrişa polîsan de hatine binçavkirin 400 kesan derbas kiriye.
Hat hînbûn ku di nav kesên hatine binçavkirin de 9 parêzer hene.
Hate diyar kirin parêzerên hatine binçavkirin endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) in.



