Şandeyek Almanyayê serdana Daîreya Têkilyên Derve ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di serdanê de geşdanên dawî li Sûriyê hate nîqaşkirin û jinek û 4 zarok ji malbatên DAIŞ’ê radestî şandeyê hat kirin.
Şande ji serokê beşa Karûbarên Konsolxane û Qanûnî ya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Christian Klein û şandeya bi wî re pêk hat.
Şande ji aliyê endama Daîreya Têkilyên Derve Gulîstan Elî û endamê desteya rêveber Xalid Ibrahîm hat pêşwazîkirin.
Di civînê de behsa dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê, ku tevahî pêkhate, kêmnetewan wê beşdar bibin hate kirin.
Endamên daîreyê encamên konferansa Yekrêziya Kurdî û danûstandinên dawî li gel desthilata Şamê bi şandê re nîqaş kirin.
Her wekî danezana destûra nû ya Sûriyê û giringiya şerê tunekirina DAIŞ’ê û piştgiriya bi QSD’ê re ji şandeyê re hat şîrovekirin.
Şandeya Almanyayê li ser rêvebirina kampên ku malbatên DAIŞ’î dimînin spasiya Rêveberiya Xweser kir.
Şande dibêje ew ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin di nava hewldanan de ne.
Di dawiya civînê de jinek û 4 zarokên Alman ên ji malbatên çeteyên DAIŞ’î radestî şandeyê hatin kirin.



