Piştî êrişa Îsraîlê ya li nêzîkî koşka serokatiyê, Dezgeha Ragihandinê ya Îsraîlê ragihand ku artêşa Israîlê amadekeriya êrişên nû dike li dijî hin deverên girêdayî desthilata Şamê.
Yekser, balafirên şer ên Îsarîlê kete dewerê û bi dijwarî êrişî gelek bajarê Sûriyê kirin.
Di êrişan de gelek bataryayên sîstema parastinê û baregehên leşkerî hatin bombebarankirin.
Dezgeha Ragihandinê ya Îsraîlê ragihandibû ku artêşa Israîlê amadekeriya êrişên nû dike li dijî hin cihên leşkerî û deverên din ên girêdayî desthilata Şam.
Hat gotin ku armanca êrişan ew e ku peyamekê bighînin desthilatdarên Şamê ku kiryarên tolhildanê li dijî welatiyên Durzî pêk neynin.
Dezgehê diyar kir ku ev deverên ku dê êriş li ser wan bê kirin ji aliyê Serokwezîr û Wezîrê Parastinê ve hatine pejirandin.
Balafirên şer ên Îsraîlê gelek deverên Sûriyê bombebaran kirin
Artêşa Îsraîlê bi rêya balafirên şer bi dehan êriş li ser herêmên cuda yên Sûriyê pêk anîn.
Balafirên şer yên Îsraîlê bajar û herêmên Şam, Hema, Dera, Lazqiye, Quneytira, sînorê Swêda û çend herêmên din bombebaran kirin.
Medyaya Îsraîlê derbarê bombebaran de ragihand ku êriş li ser gelek baregehên leşkerî, sîstemên dijî-balafiran û bataryayên mûşekên ji erd ji bo hewa ve hatine kirin.
Li gorî agahiyan, di encama bombebaranên balafirên şer yên Îsraîlê de bi dehan leşker hatine kuştin.
Ev êriş û bombebaranên artêşa Îsraîle li ser Sûriyê piştî komên çekdar yên girêdayî HTŞ’ê li başûrê Şamê êrişê pêkhateya Durziyan kirin ku ji her du aliyan heta niha bi dehan kes hatin kuştin, pêk hatin.
Her wiha artêşa Îsraîlê çend caran Sûriyê bombebaran kir ku di nav wan de êrişa herî deng vedayî, êrişa hewayî ya li ser derdora Koşka Serokatiyê ya li Şamê bû.
Piştî bombebaranê di daxuyaniyeke hevpar de, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kirin ku ev bombebaran hişyariyeke ji bo Ehmed Şera ku careke din êrişî Durziyên Sûriyê neke.



