Parlamantera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît rexneyên li ser konferansa li Qamişloyê nirxand.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku konferans ne dabeşkirin e lê jiyana hevpar armanc dike.
Di 26’ê Nîsanê de Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Qamişlo hat lidarxistin.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî jî beşdar bû.
Desthilata Şamê jî li ser Konfiransa Yekrêzê û Yekhelwesta Kurdî got:
“Em bi awayekî eşkere hewildanên avakirina kantonên cihê an jî cudaxwaz red dikin.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan daxuyanî li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) da.
Li ser vê mijarê Parlamantera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku di şandeyê de cih digre ji ANF’ê re axivî.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku Konferansa Yekrêzî xwedî girîngiyeke dîrokî ye û encama hewldanên demdirêj e û got:
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Konferansa Rojava partiyên Kurdî li hev kom kir
“Em qala Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku demeke dirêj e rûbirûyê rastiya şer e.
Lê tevî van şeran jî konferansekî wiha girîng pêk anî.
Konferans partiyên siyasî yên Kurdan li hev kom kir.
Bakur û Rojhilatê Sûriye yan jî Rojava ne tenê cihê Kurda ye.
Ew warê Ereb, Elewî, Tirkmen, Suryanî, Xiristiyan û gelek komên din ên olî û etnîkî ye.
Ev xebat mafên wan jî mîsoger dike.”
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ragihand ku geşedanekî erênî ya li parçeyekî Kurdistanê bandor li parçeyên din jî dike û wiha axivî:
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Me bandora banga birêz Ocalan dît
Encameke erênî yan jî nerênî ku li parçeyekî Kurdistanê derdikeve, bandor li parçeyên din jî dike.
Dema em li parçeya Bakur dinêrin rastiya gelê ku 100 salî di xaka xwe de tê înkarkirin heye.
Ev rastiya gelekî ye ku bi ziman, çand, dîrok û nasnameya xwe tine tê hesibandin.
Lê tevî vê jî têkoşîneke sedsalî heye.
Bi taybet di çarçoveya rastiya têkoşînê de ku di 50 salên dawî de gihiştiye lûtkeyê.
Em bandora banga dîrokî ya Rirêz Ocelan ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dibînin.”
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ragihand ku ew wekî şande ne veşartî çûne serdanê û wiha got:
“Tevlîbûna me ya li konferansê ne veşartî bû.
Ji ber ku me piştî banga Birêz Ocalan li Başûr jî hin hevdîtinan pêk anî.
Em bi rêya balafirgeha Tirkiyê çûn Hewlêrê û ji wê derê jî derbasî Rojava bûn.
Me xwest nêzîkatiya Kurdên li Rojava ji bo pêvajoya ku li Tirkiyê hatiye destpêkirin nas bikin.
Ji bo me şenseye mezin bû ku em tevlî Konfiransê bûn.”
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Naveroka konferansê Tirkiyê tehdîd nake
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li ser daxuyaniya Ahmed Şara û Hakan Fîdan ên piştî konferansê got:
“Naveroka konferansê parçebûnê çênake û ji bo Tirkiyê tehdîd nake.
Berovajî naskirina yekîtî û statuya li wê derê wê ji Tirkiyê re bide qezenc kirin.”



