Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê nasnameya 5 şervanên li Minbicê şehîd bûne, eşkere kir.
YPJ’ê diyar kir ku şervanên wan Nergîz Dilda Welat, Cûdî Tolhildan, Axîn Koçer, Sema Hesekê û Tolhildan Serêkaniyê 9’ê Kanûna 2024’an li Minbicê şehîd bûne û got:
”Mirateyê ku van her 5 şehîdên me lê xwedî derketin e, ji bo me jî armanca têkoşîn bilindkirinê ye.”
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe eşker kir.
YPJ’ê anî ziman ku hevrêyê wan Nergîz Dilda Welat, Cûdî Tolhildan, Axîn Koçer, Sema Hesekê û Tolhildan Serêkanîyê li Minbicê bi berxwedaniya xwe destanên Edûleyên demê nivîsandin û got:
Dema ku Çeteyên Tirkiyê êrişên xwe yên dagirkirinê birin ser bajarê Minbicê, ev fermandar û şervanên me yên qehreman yekser bi biryardariyeke mezin berê xwe dane bajarê Minbicê.
Li Minbicê di 9’ê Kanûna 2024’an Rêheval Tolhildan Serêkaniyê di dema pevçûnê de şehid dibe.
Her çar hevalên din jî dema ku gûleyên wan diqedin bombeyên xwe di xwe û dijmin de diteqînin.
YPJ’ê sersaxî ji malbata her 5 şervanên xwe re xweset û soza domandina riya têkoşîna wan da.
Her wiha YPJ’ê derbarê kesayeta şervanên şehîd jî wiha anî ziman:
YPJ: Şehîd Nergîz, Cûdî, Axîn, Sema û Tolhildan berxwedaneke mezin nîşan dan
Rêheval Tolhildan Serêkaniyê, Li bajarê Serêkaniyê di nava malbateke welatparêz de mezin bûye.
Bi taybet piştî dagirkirina Serêkaniyê, bi rûhê xwe yê welatparêz di sala 2020’an de berê xwe dida nava refên şoreşê bû..
Şehîd Nergîz Dilda Welat li Kobanê ji dayîk dibe.
Di sala 2015’an de bi hestên serkeftinê re tevlî nava refên azadiyê dibe.
Rêhevala me Cûdî Tolhildan ji pêkhateya gelê me yê Ereb bû. Li Reqqa ji dayîk dibe û di sala 2022’an de tevlî nava refên YPJ’ê dibe.
Rêhevala me Axîn Koçer li Serêkaniyê ji dayîk bûye.
2 birayên rêhevala me jî tevlî refên azadiyê dibin û digihêjin Şehadetê.
Şervana me Sema Hesekê jî, li bajarê Hesekê ji dayîk dibe.
Ji bo ew jî bibe temînata Şoreşa Rojava di sala 2023’an de tevlî nav refên YPJ’ê dibe.
Mirateyê ku van her 5 şehîdên me lê xwedî derketin e, ji bo me jî armanca têkoşîn bilindkirinê ye.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ye:

Nav û Paşnav: Edla Ehmed
Nasnav: Nergiz Dilda Welat
Navê Dayik: Emine
Navê Bav: Mihemed
Cîh û Dîroka Şahadetê: 09.12.2024/Minbic

Nav û Paşnav: Sozdar Mihemed Ebdullah
Nasnav: Tolhildan Serêkanî
Navê Dayik: Gulê
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şahadetê: 09.12.2024/Minbic

Nav û Paşnav: Kefe Mihemed Casim
Nasnav: Cudî Tolhildan
Navê Dayik: Zehra
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şahadetê: 09.12.2024/Minbic

Nav û Paşnav: Rozîv Cuma Mihemed Lo
Nasnav: Axîn Koçer
Navê Dayik: Emşe
Navê Bav: Cuma
Cih û Dîroka Şahadetê: 09.12.2024/Minbic

Nav û Paşnav: Rama Xelîl Xelil
Nasnav: Sema Hesekê
Navê Dayik: Rojîn
Navê Bav: Xelîl
Cih û Dîroka Şahadetê: 09.12.2024/Minbic



