3’yê Gulanê wek Roja Azadiya Çapemeniyê tê binavkirin.
Tevî ku ev roj ji bo balkişandina ser rola çapemeniya azad a di pêşxistina pîvanên demokrasiyê û parastina mafên mirovan de ye jî.
Lê li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevan û saziyên rojnamegeriyê tu gavên cidî nehatine avêtin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rojnamevanan dewam dikin.
Hejmareke rojnamevan li ser Karê xwe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefkirin û şehîdxistin.
Ji wan rojnamevan Egîd Roj, Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Bendava Tişrînê, her wiha Îsam Ebdullah, Seed Ehmed, Mihemed Reşo û bi dehan rojnamevanên din di êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê de şehîd bûn.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) û Human Rights Watch (HRW) balê dikişînin ser binpêkirinên li dijî rojnamevanan.
Neteweyên Yekbûyî jî ji ber zextên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan fikarên xwe nîşan dan û got:
”Divê rêz li mafên rojnamevanan were girtin û destûr bê dayîn da ku bi azadî û ewle wezîfeya xwe bi cih bînin”.
Roja Azadiya Çapemeniyê roja bibîrxistina vê yekê ye ku ragihandina azad stûneke bingehîn a pergaleke demokratîk e.



