Li Qamişlo, Hesekê, Kobanê û Helebê bi hezaran kes bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin.
Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, li bajarên Hesekê, Qamişlo, Kobanê û Helebê meşên girseyî dest pê kirin.
Meş ji aliyê Kongra Star ve hatine birêxistinkirin. Ji tevahî pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, endamên rêxistin û tevgerên jinan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin.



