Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê xebat hatin destpêkirin.
Îro li Amedê bi dirûşma Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî bernameya çalakiyan hate eşkerekirin.
Danezan li parka Koşuyolû bi daxuyaniyê hate eşkerekirin, saziyên zimanê kurdî, partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk beşdar bûn.
Di danezanê de hate bibîrxistin ku bi sed sal in netewa Kurd tune tê hesibandin û hewl tê dayîn ku ziman û çanda wê bê tune kirin û wiha hate gotin,
“Zimanê kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin û pişaftina li ser zimanê kurdî berdewam dikin.
“Em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ji her demê zêdetir bilindtir bikin.”
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ew qonaxeke nû ya têkoşîna ji bo zimanê Kurdî didin destpêkirin û wê di navbera 4ê Gulanê û 1ê Hezîranê de li hemû derên Kurdistanê û Tirkiyê bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin.



