Li bajarê Hesekê bi pêşengiya Meclisên Malbatên Şehîdan ji bo 3 şehîdên YPJ’ê merasîmeke xiyabî hat lidarxistin. Kesên di merasîmê de axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin: “Bi saya fedekariya şehîdan destkeftiyê şoreşê hat parastin.”
Şervanên YPJ’ê Rozîv Mihemed Lo, Rama Xelîl û Sozdar Mihemed Ebdullah 9’ê Kanûna 2024’an li Minbicê şehîd bûbûn.
Ji bo her sê şervanan merasîmek xiyabî li taxa Miftî ya bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Xelkê bajêr, koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.
Li wir, yek ji fermandariyên Yekîneya Parastin jin YPJ’ê Evînar Dêrîk tekoşeriya şehîdan bibîrxist û got:
“Rêhevalên me bi çalakiyên cûrbicûr li beramberî dijminê hov, xwe kirin bendavek mîna Tişrînê.
Her 5 hevalên me îxanet û teslîmiyet qebûl nekirin û heya dawiyê li ber xwe dan û gihiştin asta şehadatê.”
Endama Kongra Star Xalîde Botî jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:
“Emê bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan re, tevahî destkeftiyên xwe bi parêzin.”



