Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed, Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl, Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talebanî û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî jî peyamên sersaxiyê dan.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo Sirri Sureyya Onder wiha got: “Me dengekî azad û mejiyekî ronî winda kir, lê mîraseya wî ya têkoşînê di bîranîna gelan de ku ji bo wan têkoşiyan wê bijî.”
Herî dawî got: “Em tekez dikin ku wê têkoşîna Onder ji bo avakirina pergaleke demokratîk ku maf û azadiya tevahî pêkhateyan bêyî paşguhkirin, misoger bike, îlham bimîne.”
Aldar Xelîl: Di oxira dad û aştiyê de jiyana xwe feda kir
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl jî peyam da û got:
“Onder, di oxira dad û aştiyê de jiyana xwe feda kir.
Ji wan dengên bilind û wêrek bû ku ji bo nehiştina şer û dubendiyan û cîbicîkirina aştiyê têdikoşiya.”
Bafil Talebanî: Gelê Kurd dostekî xwe yê rast winda kir
Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talebanî jî derbarê koça dawî ya Sirri Sureyya Onder de peyamek weşand û got: “Gelê Kurd dostekî rastîn û hevrêyekî dilsoz winda kir.”
Mesûd Barzanî: Beşeke mezin a jiyana xwe li xebatên aştiyê bexşand
Her wekî Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî jî peyama xwe ya sersaxiyê gihand Dem Partiyê.
Mesûd Barzanî diyar kir ku Sirri Sureyya Onder beşeke mezin a jiyana xwe li xebatên siyasî û aştiyê bexşandiye û got:
“Hewldanên wî yên li ser rêka çareseriya aştîxwaz layiqî şeref û rêzgirtineke mezin e.”


