Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûrî (PDKS) Gêlo Îsa behsa girîngiya lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir û got:
”Bi Rêber Abdullah Ocalan, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hatiye lidarxistin”.
Gêlo Îsa li ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku 26’ê Nîsanê li Qamişlo li dar ket, axivî û wiha anî ziman:
Gelê Kurd bi dehan salan têkoşîneke bêhempa kir, ji bo ku azadiyê bi dest bixin.
Di 14 salên şoreşa Rojava de YPJ, YPG û QSD, her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi têkoşîneke mezin hatine avakirin.
Gêlo îsa: Konferans bi saya banga Rêber Apo li dar ket
Îsa destnîşan kir ku ew dixwazin pirsgirêka Kurd di hundirê Sûriyê li ser asta nîştimanî çareser bibe û got:
Lewra bi saya banga dîrokî ya rêber Apo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê pêk hat.
Hemû partî û nûnerên gelek aliyên siyasî di Konferansê de amade bûn.
Di konferansê de aliyên siyasî, civaka sivîl û rewşenbîr gihaştin hev da ku ew belge bibe çareseriya pirsgirêka Kurd.
Di dawiyê de Gêlo Îsa diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku bigihêjin mafên xwe.



