KNK’ê û KCDK-E’yê û KJK’ê têkildarî wefata Endamê Heyeta Îmraliyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder peyamên sersaxiyê weşandin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji gelên Kurdistanê û Tirkiyê, DEM Partî û malbata Onder re sersaxî xwest.
KNK’ê diyar kir ku Onder karê xwe yê herî hêja 12 salên dawî kir ku ji bo aştiyê bê navber xebitî û got:
“Di nava van 12 salan de navê Sirri bi lêgerîna li çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd hate bilêvkirin.
KCDK-E: Onder bi hesreta pêkanîna aştiyê têdikoşiya
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E) sersaxî xwest û got: “Em ê ti carî hesreta wî ya ji bo aştiyê nîvî nehêlin.”
KCDK-E got: Sirri Sureyya Onder bi hişmendiya ku aştî bi her kesî dide qezenckirin tevgeriya û bi vê hesretê re têdikoşe.
KJK: Hevrê Onder qasidê xwîşk û biratiya gelan bû
Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê jî bi peyamekê xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Sirri Sûreyya Onder anî ziman.
Koordînasyona KJK’ê got:
“Ji ber wefata dostê hêja, hevrê û qasidê aştiyê yê gelê Kurd, şopdarê kevneşopiya şoreşgerî ya gelê Tirkmen Baba Îshak, em gelekî xemgîn in.
Em ji Rêber Apo, dayika wî ya hêja, keça wî û hemû gelan re sersaxî dixwazin.”
Em Sirri Sureyya Onder bi soza ji bo pêkanîna xwişk û biratiya gelan, bicihanîna têkiliya azad û wekhev a gelan bi rê dikin.



