Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di peyama xwe ya sersaxiyê de ji bo şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder got, “Onder di têkoşîna aştî û têkoşîna jiyana hevbeş de di dilê gelan de cih digire.”MIX
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ji ber koça dawî ya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê weşand.
Mazlûm Ebdî di peyama xwe de bal kişand ser cihê Onder di têkoşîna aştî, çareserî û jiyana hevbeş de û ev gotin bi kar anî: “Min bi xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya Birêz Sirri Sureyya Onder wergirt.
Wek siyasetmedarek û endamê Şandeya Îmraliyê, wî bi hewldan û xebata xwe ya ji bo aştî, çareserî û jiyana hevbeş di dil û bîranînên gel de cih hişt.
Ez sersaxiyê ji malbat, dost, DEM Partiyê û hemû parêzvanên aştiyê re dixwazim.”
Mazlûm Ebdî di dawiyê de diyar kir ku hewldanên Onder di lêgerîna aştî û çareseriyên demokratîk de di tevahiya jiyana wî de nayên jibîrkirin.



