Çeteyên Koma El Hemzat a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê êrişî 2 ciwanan kirin û yek birîndar kir.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku çeteyên koma “El Hemzat”
2’ê Gulanê li ciwanê bi navê Mihemed Ceber ê ji bajarokê Meydankê yê bajarê Şêranê da.
Her wiha ragihand ku Mihemed ku dema ji bo sererastkirina tora internêtê diçû gundê Şorbê lêdan xwar û xerace jê hat standin.
Rêxistinê destnîşan kir ku di heman rojê de kesên li gundê Fîrkanê yê Şêranê hatine bicihkirin, gule li ciwanê bi navê Kamîran Hesen Bekir reşandin û wî ji singa wî ve birîndar kir.



