Li Şedadê bi boneya Cejan Karkeran, xebateke giştî ya paqijkirinê hate destpêkirin.
Bi boneya 1’ê Gulanê, Cejna Karkeran a Cîhanê, Meclisa Bajarê Şedadê xebateke giştî ya paqijkirinê bi rêxistin kir.
Hejmareke endamên saziyên xwecih wekî Navenda Perwerdeyê, Kongra Star û Meclisa Malbatên şehîdan beşdarî xebata paqijkirinê bûn.
Xebata paqijiyê ku bi dehan şênî û endamên saziyan tev lê bûn, ji pêşiya avahiya Meclisa Bajar dest pê kir.
Di vê çarçoveyê bi taybetî li taxên başûr û bakurê bajar kolan hatin paqijkirin.
Der barê mijarê de rêveberê Meclisa Bajarê Şedadê Hesen El Muxlif ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ev xebat rihê welatparêziyê û hevgirtina civaka Şedadê nîşan dide.
El Muxlif bal kişand ser tevkariya di navbera saziyên sivîl de û diyar kir ku ev yek daxwaza hemûyan a avakirina jîngeheke paqij û ewle nîşan dide, her wiha asta rêzdariya li hemberî rola karkeran dide xuyakirin.



