Li Mexmûrê ji ber bahoza zêde banê avahiyeke girêdayî şaredariyê û çend malên welatiyan firayane û bûye sedema qutbûna elektirîka giştî.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bahozeke zêde rû da.
Di encama bahozê de banê avahiyeke girêdayî şaredariyê firiya û bi ser dîreka elektirîkê ket û elektirîka giştî wargehê qut bû.
Li gorî agahiyan, ziyaneke mezin ber bangê gelek avahiyên welatiyên sivîl ketiye.
Hate ragihandin ku ziyan gihîştiye gelek dîrekên elektirîkê û wesayîtên welatiyan.
Ziyanên canî çênebûne, tenê ziyaneke madî ya mezin pêk hatiye.
Şaredariya Mexmûrê li gorî derfetên xwe bûye serferber.



